Popular Posts

12/09/2010

Çima min ev malper vekir?

Armanca vekirina vê malperê ew e ku kurdên zimanê xwe nizanim fêrî kurdî bibin.
Li gorî min, kurd tu carî nikarin zextên dewletê û polîtîkayên wê yên asîmîlasyonê dikin hinceta nezanîna kurdî. Di her şert û mercî de her kes dikare zimanê xwe -û zimanên din- fêr bibe.
Eger dema yek dibêje "Ez zimanê xwe dixwazim" û nikaribe bi zimanê xwe bipeyive, dewlet fêrbûna zimanê kurdî bike mecbûrî jî ew ê zimanê xwe fêr nebe, lewre di dilê wî de hezkirina ziman tune ye.
Lê eger dewlet zimanê kurdî qedexe bike -jixwe bi gelek awayan qedexe kiriye- û cezayê axaftina bi kurdî bike daliqandin jî, yên hezkirina ziman di dilê wan de heye dê zimanê xwe bizanibim.